Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
- rojane
- 08:58 10/4
Rojnameger Tîmûr Soykan û Mûrat Agirel hatin binçavkirin.
Rojnameger Tîmûr Soykan û Mûrat Agirel hatin binçavkirin.
Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê serbest hat berdan.
Şahla Pîrastah a ku li ser nifûsa Îranê ye û nêzî 8 sal in li Amedê dijî, ji ber ku ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekir û berê gefê lê hatibûn xwarin, tê dersînorkirin.
Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz ji ber enfeksiyona kezebê rakirin nexweşxaneyê.
Abdulazîz Ok piştî 32 salên girtîgehê hate berdan.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê xwest ku xwendekarên di protestoyan de hatin binçavkirin û girtin bên berdan û got: “Daxwazên xwendekaran, daxwazên me ne.”
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk didomin û di êrişên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn.
Bi îdiaya “heqaret li serokkomar kirine” cezayê hefsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate birîn.
Der barê Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr de bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Der heqê 7 rojnamegerên protestoyên li Stenbolê dişopandin doz hate vekirin. Di îdianameyê de ev îdiaye hate kirin: “Tu tespîtên ku li cihê bûyerê xebatên rojnamegeriyê meşandibin nehatine kirin.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoyê gavên pêwîst avêtiye û got: “Hewceye zemîna qanûnî, siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê bê amadekirin û pêwîstiyên wê bên cîbicîkirin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi wesîleya cejnê li Îmraliyê hevdîtin kir û got mamê wî Abdullah Ocalan jê re got: “Hêviya min heye, ez ê heta dawiyê vê pêvajoyê bidomînim."
Li gorî rapora texmînkirina hewayî ya meteorolojiyê, li bendê ye ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin.
Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî bi hinceta ku li dijî zexta lêgerîna nava dev derketine, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate birîn û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.