'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
- rojane
- 15:16 14
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civîna gel a li Geverê de axivî û got: “Avakirina komun û meclisan biqasî av û nan girîng in, pêwîst in. Lewma divê em xwe birêxistin bikin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civîna gel a li Geverê de axivî û got: “Avakirina komun û meclisan biqasî av û nan girîng in, pêwîst in. Lewma divê em xwe birêxistin bikin.”
Li Cizîrê ji bo Mûrat Kalkan ê HSD’î û li Êlihê jî ji bo Ebedîn Cengîz, Şafî Acet, Aybars Oguz, Ekrem Acet, Turan Akyol û Şukran Akyol şîn hatin danîn. Şîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Girtî Rûkiye Fîdan ku di qezayê de dayika, xwişk, bira û mamê xwe winda kir, ji bo şînê anîn Mêrdînê.
Yekitiya Ewropayê û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, ji bo berdana Nêrgiz Mihemedî û parastvanên mafên mirovan bang li rejîma Îranê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê di meşa li dijî tiryak û fihûşê ya li Licê de axivî û got: “Em ê bi rêya komunan, bi civaka demokratîk û têkoşîna aştiyê pêşiya ve bigirin. Em ê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser kevin.”
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê bal kişand ser rola jinan a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û got: “Birêz Ocalan, jinan weke ‘hêza avaker a esasî’ dibîne û di pevajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e.”
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso got: “Di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin tên kirin, hewldana lihevkirinekê heye. Lêbelê Tirkiye mudaxile dike. Bi vî awayî lihevkirinek çênabe.”
Ciwanê bi navê Ayaz Encu, li gundê Roboskê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Siyasetmedar û akademîsyena îtalî Nadia Urbinati, diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin piştgiriyê dide daxwaza aştiyê ya Kurdan.
Nûnerê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya Ewropayê Pablo Sanchez Centellas, diyar kir ku divê tevgera karkeran û sendîka di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke sereke li xwe bigirin û destnîşan kir ku demokrasî li taxan dest pê dike.
Endamê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê Erol Koçer, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin, ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û got: “Lêbelê, girtîgeh ezmûna jidilbûna pêvajoyê ne.”
Li Colemêrgê ku gelek gundên wê qedexe ne, welatî tenê salê carekê dikarin serdana gundên xwe bikin. Welatiyan li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “PKK vekişiya, êdî hinceta we nema, gelo çima gundên me hêj qedexe ne?”
Hate ragihandin ku Îshak Dayan ê ku bi mehan e li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê di hucreyê de tê ragirtin, ji aliyê gardiyanan ve gef lê hatiye xwarin û jê re gotine: “Ger tu nebêjî çiqas bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez Tirk im, em ê te bikujin.”
Alîgirên Koma Dîrenîşê beriya maçê ji ber Amedstore heta stadê meş li dar xistin.