Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
- polîtîka
- 14:23 06
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ê di şandeya Komîsyona Meclisê de cih girt, ji bo pêvajoyê got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin."
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ê di şandeya Komîsyona Meclisê de cih girt, ji bo pêvajoyê got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya. Nûman Kurtulmuş di civînê de got ku derbasî xebata amadekirina raporê bûne û got: “Piştî amadekirina raporê, ev pêvajo dê qonaxeke pir dîrokî derbas bike.”
DEM Partî dê di çarçoveya pêvajoyê de li Eskîşehîrê bi gel re bicive. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê tev li civînê bibe.
Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku dê hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bên parvekirin û got: “A girîng ew e ku hûrgiliyên guftûgoyên li wir hatine kirin bi komîsyonê re werin parvekirin.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoyê û diyar kir ku ji bo verastkirina qanûnî ew bawer e ku dê li Meclisê îradeyekî hevpar derkeve holê.
Devlet Bahçelî got dê bi tu awayî ji hedefa xwe ya “Tirkiyeya bêteror” paşvegavê neavêjin û ji pêvajoya dan-standinê bi temamî girtine û got: “Damezirînerê PKK’ê di vê pêvajoyê de destê xwe daniye bin kevir.”
MYK'yan DEM Partiyê, bi rojeva hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya.
Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re misoger nekiriye ku pirsgirêka Kurd bigihêje bingeheke siyasî ya xurt û got: "Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji pevçûnê ber bi bingeheke qanûnî û demokratîk ve bibin."
Siyasetmedar Mehmet Bekaroglû biryara CHP'ê ya Îmraliyê rexne kir û got: "Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê ye, divê hin rîskan bigire. Tenê wê demê çareserî ji bo vê pirsgirêka sedsalî gengaz dibe."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bal kişand ser civîna komîsyonê ya 4’ê Kanûnê û xwest girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi raya giştî re bên parvekirin.
Serokatiya Meclisê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, di 4’ê Kanûnê de bicive.
Saruhan Olûç ê DEM Partiyî, diyar kir ku divê deriyên sînor ê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bên vekirin û Cengîz Çandar jî destnîşan kir ku divê Tirkiye dest ji politikaya xwe ya berê ya der barê Sûriyeyê de berde.
TÎP’ê daxwaznameyek da Komîsyona Meclisê û xwest ku girtekên hevdîtina komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiriye bi raya giştî re bên parvekirin.
Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala hevdîtina xwe ya bi Abdullah Oclan re kir û got: "Rêzdar Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku ew ê daxwaz bikin ku qeydên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji raya giştî re bên eşkerekirin û got: "Em dixwazin ew bi awayekî ku hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne werin parvekirin."