Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
- çand û huner
- 09:57 15/5/2024
Li Wanê nûnerên rêxistinên sivîl ên çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî didomînin, destnîşan kirin ku divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Li Wanê nûnerên rêxistinên sivîl ên çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî didomînin, destnîşan kirin ku divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Li Dîlokê Meryem Bozkûrt a hevjînê wê kurd û ew tirk, bi temaşekirina Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe ya 9 salî Gulaçiya kir.
Rêveberê Anka-Derê Dogan Şenses ji bo konsera ku dê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li dar bixin, banga tevlibûnê kir.
Şaredariya Cizîrê bi boneya 15’ê Gulanê stand-up a bi navê “Du ziman li dar xist.
Farqîniyan bi seyran û serdana ziyaretan Serê Gulanê pîroz kirin.
Mamoste û xwendekarên ARSÎSA’yê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Dayikan serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kirin û balê kişandin ser girîngiya axaftina bi kurdî ya li her qadekê.
Zimanzan û mamosteyê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl diyar kir ku kurdî yek ji zimanên herî dewlemend e û got: “Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin. Zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e û şirîn e. Divê em lê xwedî derkevin.”
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz bilêv kir ku îsal jî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di bin zextan de pêşwazî kirine û got: "Ji bo zindîkirina kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan."
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora kurdî gelek xebat kirine.
Di panela Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li kurdî hat kirin.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin.
Li Sûrê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo gel vexwînin çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî xwestin belavokan belav bikin. Girse piştî astengkirina polîsan, bi devkî, gel vexwend çalakiyan.
MED-DER, li gundên Text û Hertayê yên Pasûrê bi zarok û jinan re civiya. Li gundê Textê Cejna Zimanê Kurdî, li gundê Hertayê jî Roja Dayikan pîroz kirin.
Şaredariya Cizîrê di çarçoveya aktîvîteyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de “10’emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê” li dar dixe. Di mihrîcanê de Dîwana Dengbêjan hate danîn.
Li Bismilê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li qada vekirî panel hate lidarxistin û helbest hatin xwendin. Eleqeya ji panel û helbestan re zêde bû.