MELETÎ - Cenazeyê endamê HPG’ê Berat Nazlican, piştî 6 salan li Meletiyê hate wergirtin û ji bo definkirinê birin Çewligê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Berat Nazlican (Botyan Amed) di 23’yê Tebaxa 2019’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Nazlican ku li goristana bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin, ji hêla malbata wî ve hate hilgirtin û ji bo definkirinê birin navçeya Dara Hênê ya Çewligê.
Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û malbata Nazlican, piştî karûbarên li dozgerî û edliyeyê, cenazeyê Nazlican li goristana bêkesan teslîm girtin.
Cenazeyê Nazlican dê li gundê Botyanê yê navçeya Dara Hênê ya Çewligê were definkirin.