ANTALYA - Tehliyeya Mervan Demîrtaş û Mahmût Kaygan ên li girtîgehên Antalyayê tên ragirtin cara 4’an û ya Nûrşen Tekîn jî carekê hate taloqkirin.
Girtiyên li girtîgehên Antalyayê bi sepanên keyfî, îzolasyon û taloqkirina tehliyeyan re rû bi rû ne. Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê mafên civakî yên girtiyan tên astengkirin û li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê jî hesin danîn ber pacên ber bi hewşa girtîgehê ve vedibin hatin danîn. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê jî heman sepan di meriyetê de ne.
Mervan Demîrtaş, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û heta niha 3 caran bi hinceta “poşmantî” qebûl nekiriye, ji bo 6 mehan tehliyeya wî hatibû taloqkirin. Tehliyeya Demîrtaş ku 14 sal in di girtîgehê de ye, careke din bi heman hincetê ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê jî di 9’ê Cotmeha 2022’yan de hate vekirin û ji wê rojê ye destûr nayê dayin girtî tev li çalakiyên spor û sihbetê yên heftane bibin. Her wiha, tehliyeya girtî Mahmût Kaygan jî cara 4’emîn hate taloqkirin. Tehliyeya Kaygan ku 31 sal in girtî ye, heta niha 3 caran bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye, ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin. Tehliyeya Kaygan careke din bi heman hincetê hate taloqkirin.
Nûrşen Tekîn a li heman girtîgehê tê ragirtin jî li bendê bû ku vê hefteyê tehliye bibe. Hat zanîn ku tehliyeya wê ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin. Qebûlnekirina poşmantiyê jî weke hinceta vê biryarê hate nîşandan.