ÊLIH – Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr ku di 4'ê Îlona 1993'yan de di êrişeke çekdarî de li Kuçeya Elmayê hatin qetilkirin, li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê ve hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de li gel wêneyên Sîncar û Ozdemîr, wêneyên Habîp Kiliç ê endamê DEP'ê yê di 2'yê Îlona 1993'yan de biawayekî kiryar nediyar hat qetilkirin hatin vekirin û beşdaran qurnefîl danîn ber wêneyên wan.
Rêveberê DEM Partiyê yê Êlihê Ferhat Babataş ku li vir axivî, anî ziman ku partiyên siyasî yên kurd bi bedêlên giran hatine roja îro û got: "Tişta nûnerên partiyên siyasî yên kurd li ser pêyan hiştiye, ev nirx û bedêl in."