NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper civiyan.
Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) Brad Cooper di çarçoveya serdana xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re civiya.
Hat diyarkirin ku Fermandarê CENTCOM’ê diyar kiriye ku wê piştgiriya Washingtonê ji bo QSD’ê dewam bike. Hat destnîşan kirin ku li gel têkoşîna hevpar a li dijî terorê û ewlehiya kampên DAIŞ’ê û parastina girtîgehên ku DAIŞ’î lê girtî ne, dewam bike.
Di civînê de danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin. Mazlûm Ebdî di civînê de destnîşan kir ku ew pabendî berdewamkirina danûstandin û pratîkkirina lihevkirina 10'ê Adarê ye. Ebdî diyar kir ku ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, tê xwestin ku xebatê bidomîne û ji bo baweriyê bi dest bixe divê hin gavan biavêje.