NAVENDA NÛÇEYAN – Koma Agirê Jiyan ku demeke dirêj navber dabû xebatên xwe, piştî bi salan li Dusseldorfê derket ser dikê.
Koma Agirê Jiyan ku stranên xwe mohra xwe li salên 90’î dabû, piştî demekê dirêj careke din derket ser dikê. Komê, li Capitol Theater a li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê konserek lidar xist. Eywan bi temamî tijî bû û hezkiriyên komê bi hev re stranên komê gotin.
Konser ji aliyê Art Recordsê ve hate amadekirin û hunermendên TEV-ÇAND'ê jî tev li konserê bûn. Komê, bi stranên xwe yên ji salên 1990'î mirovên ji her temenî gihand hev û atmosfereke bi coş afirand.
Solîstê Agirê Jiyan, Alî Geçîmlî piştî konserê bi ANF’ê re axivî û got: “Ji bo me kelecaneke mezin bû ku piştî bi salan careke din derketin pêşberî temaşevanan. Her wiha ji bo me cihê serbilindiyê ye ku ji 7 heta 70'ê salî mirovên ji her temenî li vir amade bûn. Bi taybetî bala ciwanan a li ser muzîka me, em gelekî kêfxweş kir. Ev ciwan nirxên me ne. Heta ku stranên Agirê Jiyan bêne guhdarîkirin wê konserên me jî dewam bikin. Weke kom em ê bi stranên nû jî derkevin pêşberî guhdarên xwe."
Solîstên komê Ahmed Tabar û Şener Yildiz jî gotin ku bi kelecaneke mezin derketine ser dikê û ji bo xwedîderketina gel spasiya wan kirin.