NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê yek ji girtiyên siyasî Mehran Behramiyan ku bi hinceta tevlibûna şoreşa “Jin, jiyan, azadî” girtibû, bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir.
Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de, girtiyê siyasî Mehran Behramiyan li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê bi darve kir. Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, cenazeyê Behramiyan bêyî ku malbat amade be, ji aliyê hêzên Îstîxbarata Îranê ve li Esfehanê bidizî spartine axê.
Hate gotin ku îstîxbaratê ji malbata Behramiyan re gotiye ku nabe bi tu awayî konê sersaxiyê were vegirtin. Hat gotin ku hêzên ewlekariyê ji bo malbata Behramiyan şînê ne dane, hêzên xwe li ber deriyê mala wan kom kiriye.
Hêjayî gotinê ye Mehran Behramiyan, di 30’ê Tîrmeha 2025’an di serdegirtina malê de hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Navendî ya Esfehanê. Behramiyan, ji ewil di sala 2022’yan di xwepêşandanên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû binçavkirin.