Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
- jin
- 11:35 16/9/2024
Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.”
Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.”
TJK-E’yê beriya civîna Konseya Ewropayê ku dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binirxînin, ji endamên konseyê re name şand.
Li navçeya Rêya Armûşê jina bi navê Esma Akgullu bi awayek mirî hat dîtin.
KCDP’ê ji bo qanûna hejmar 6284’ê baş were bicihanîn kampanyaya seferberiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê tax bi tax, kolan bi kolan çalakiyan li dar bixe.
Hejmara 81’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bi ziman û govenda xwe em ê rê nedin faşîzmê” derket.
Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" hembêz bikin û xwedî lê derkevin û gotin: "Em bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê xwedî li serhildana "Jin, jiyan, azadî" derkevin û li 365 rojan belav bikin û got: "Divê em 16'ê Îlonê diyarî azadiya jinê bikin. Ji bo vê jî divê em bitêkoşin, ji lew re ev felsefe ancax dikare wê rojê watedar bibe."
Meclisa Jinan a DEM Partiyê danezana encama Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan ku du rojan berdewam kir, aşkere kir. Di danezanê de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinan dê di Rêya Sêyemîn de bê bilindkirin.
Şaredariya Peyasê, 5’emîn Hevdîtina Keda Jinê pêk anî. Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku hem dixebitin hem jî bi hev re di piştevaniyê de ne.
Akademîsyen Meryem Negîn diyar kir ku çalakiyên “Jin jiyana azadî” çalakiya ewil bû ku li cîhanê belav bû û got: “Ocalan ji bo dîroka jinan ronî bike, agir vêxist. Jinên li Îranê jî vî agirî geş û gur kirin.”
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Baroya Mêrdînê de ji bo alîkariya edlî û xizmetên şêwirmendiyê ya bi jinên rastî tundiyê hatin re, protokol hate îmzekirin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê jî diyar kir ku yên di kuştina Narîn Guranê de çavên xwe ji qetlîamê re girtine bi qasî kujerên berpirsyar in û wiha got: "Çima colek kujer tên parastin?"
Aktîvîst Shaghayegh Noruzî destnîşan kir ku li Îranê pirsgirêka bingehîn ne por an jî cil û berg in lê rejîma ku ser laşê jinê desthilatê ava dike ye û wiha got: “Felsefeya 'Jin, jiyan azadî' ya li Kurdistanê derketî, gihişt dilê Îranê Tehranê."
Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û berxwedana piştî wê dest pê kir nêzîk dibe. Şîlan Haşimî ya ku di berxwedana “Jin jiyan azadî” de çavek wê kor bû got: “Çavê min î din jî kor bibe, ez ê di 16’ê Îlonê de li kolanan bim.”
Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat diyar kir ku polîtîkaya dîzaynkirina jiyana jinan a îktîdarê dibe sedem ku qetilkirina jinan zêdetir bibe û wiha got: “Weke rêxistinên jinan divê em xeleka xweparastinê bêhtir mezin bikin û têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.”