Hejmara nû ya kovara Jinê derket
- jin
- 10:11 16/11
Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Dewlet, bîr û înkar: Jinûvexwendina Dêrsimê” derket.
Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Dewlet, bîr û înkar: Jinûvexwendina Dêrsimê” derket.
Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevherê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê ya KESK’ê aşkera kir û got: “Weke jin em ji bo pêkvejiyaneke demokratîk û aştiyane ya welat bi israr in.”
Dayikên Aştiyê, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û gotin: "Aştî yekalî nabe. Ji bo ku aştî pêk were, divê Rêberê me azad be."
Platforma Jinan a Îzmîrê der barê şewata di fabrîqeya li Dîlovasi derket de daxuyaniyek da û da zanîn ku komkujî encama bêewlebûnê ye ku tê rewakirin.
TJA’yiyan gotin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurdan û gelên din hêvîbexş e û jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstiye û ev rol dê bi hêzeke mezin berdewam bike.
Jinên Şirnexî starta 25'ê Mijdarê bi meş û daxuyaniyê dan.
Jin dê bi dirûşma “Em di aştî û azadiyê de biisrar in” li Bakirkoyê “Kursiya Aştî û Azadiyê” danin.
Meclisa Jinan a HDK’ê deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî aşkera kir û got ku dê di 25’ê Mijdarê de li her dera Tirkiyeyê li qadan bin.
Jina bi navê D.K. ku hevalê wê yê mêr gef lê dixwarin, întîhar kir. Tedawiya D.K. a li beşa çavdêriya awarte didome.
Xwendekara zanîngehê Melîsa Şengul a li navçeya Efelerê dima, li mala hevalên xwe bi awayekî mirî hat dîtin.
Şaredariyên DEM Partiyî di daxuyaniya çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de got: “Armanca me avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û demokratîk a bi pêşengtiya jinê ye.”
TJA’yê, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Sêrtê, li bajarokê Weysel Qeranî bi lidarxistina meşekê da.
Şaredariya Mûşê, avakirina Meclisa Jinan ragihand. Hevşaredar Tûba Sayilgan diyar kir ku Meclisa Jinan, gava ewil a “komunbûna jinê” ye.
Li bajarê Wanê ku rêjeya bêkariyê ya jinan pir zêde ye, jin hem li dijî zexta hevjînên xwe hem jî ya civakê têdikoşin. Jinên ku karê dirûnê dikin, hewl didin ji hêla aborî ve azad bijîn.
Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê li Erdîşê şitilên darên berûyê danîn.