Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
- jin
- 15:55 31/10
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê civîna bi dirûşma “ber bi bajarên jinan ve” li dar bixe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê civîna bi dirûşma “ber bi bajarên jinan ve” li dar bixe.
Parêzer Jiyan Ozkaplanê diyar kir ku tundiya mêran pirsgirêkeke pirqatî ye û got: "Tundiya ku behsa wê tê kirin dikare ji Stenbolê heta Wanê cuda bibe. Li vir, sûcdar bi cilên fermî hene. Mantiqa 'Ew Kurd in, dewlet dê min biparêze' dikeve dewrê."
Fîlozofa feminîst Eva Kittay, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan peyamek şand û got: “Li dinyaya me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer û pevçûn zêde dibin de bi rastî jî pêwîstiye me bi hewldanên wiha heye.”
Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim, diyar kir ku dibistan êdî ji bo zarokan ne qadên biewle ne û got: “Necezakirin, dibe sedem ku sûcên li dijî zarokan zêde bibin.”
Li gor daneyên Baroya Wanê, ji Çileya 2024'an heya Îlona 2025'an 2 hezar û 299 neha jin û zarok bi 27 sûcên cuda hedef hatine girtine.
Jinan, di çarçoveya “Projeya Daristana Jinan” a Komîsyona Meclisa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê de 500 şitlên darberûyê danîn.
Hejmara 139’an a Kovara Jinê bi manşeta “Çi bi Rojînê Kabaîşê bû?” derket.
Jin li Îzmîrê li dora dara aştiyê kom bûn da ku daxwazên xwe pê ve bikin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku aştî bi keda jinan tê avakirin.
Li Mêrdînê dozgeriyê têkilarî kesên ku wêneyên kişandine ve gef li jinekî xwarin û şantaj kirin, lêpirsîn ne ji ber “sûcê zayendî” ji ber “şantaj û binpêkirina jiyana taybet” îdianama amade kir.
Jinên ciwan diyar kirin ku ew xwe li wargehên KYK’ê di ewlehiyê de nabînin û gotin divê piştevanî û parastina cewherî bi rêxistin bikin.
Ji parêzerên doza Rojîn Kabaîşê Zeynep Demîrê diyar kir ku divê hemû delîl bi awayekî yekpare ji nû ve werin nirxandin û got: "Vekirina telefona Rojînê xaleke girîng e ji bo ronîkirina dosyeyê."
Jinên Elewî diyar kirin ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû civakan pêdiviyeke lezgîn û pêwîst e û gotin: "Dem dema jinûve avakirina jiyana civakî ye."
Jinan, ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da û pirsa “Edalet li ku ye?” kirin.
ÎHD’ê ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bang li Wezareta Dadê, ATK û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir.
Meclisa Dayikên Aştiyê di encamnameya konferansa xwe de diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê û civakeke demokratîk dê têbikoşin. Dayikan got ku mifteya aştiyê azadiya Ocalan e.