ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN

img
* Hunermendan diyar kirin ku bendewariya wan a ji komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ew e ku çand û hunera Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin. 
 
* Endamê OHD’ê Emîn Gokdemîr, diyar kir ku ji bo naskirina statuya Kurdî guhertina Destûra Bingehîn bi tena serê xwe bes nake û got ku hewceye “Qanûna Herfan” û “Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê” û çendek qanûnên din ên astengiyan derdixînin bên guherandin. 
 
* Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got: “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.” 
 
* Daxwaza di mitînga 1’ê Îlonê ya Rihayê de derketî pêş, “Wekhevî û jiyana li welatekî azad” bû. 
 
* Baroya Amedê dê bi boneya destpêkirina sala nû ya edlî dê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (11.30)
 
* Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li gelek bajaran meş bên lidarxistin û daxuyanî bên dayin. (17.00-20.00)