ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN

img
* Fîraset Ozbek Onkol ku kêla gora kurê wê bi darê zora cendirmeyan rakir, got: “Tişta tê kirin zilm e. Ji hestiyên me aciz in. Ev, bêwijdanî ye.” 
 
* Mehmet Karatepe ku birayê wî Mûstafa Karatepe 30 salan di girtîgehê de mabû û 8 meh piştî tehliyeya xwe jiyana xwe ji dest da, got: “Ew dikuj in û wisa ber didin. Yên xwe li ser pêyan digirin bernadin.” 
 
* DEDAŞ’ê, trafoya ceyranê ku danîna wan a li baxçeyên dibistanan qedexe ye, li Silopiyayê li baxçeyê 4 dibistanan danî. 
 
* Danişîna doza OHD û TUAD’iyên ji “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bidome. (09.30)
 
* Wekîlê DEP’ê Mehmet Sîncar dê di sala 32’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Qoserê bê bibîranîn. (10.30)
 
* TUAY-DER a Çukurovayê dê têkildarî binpêkirinên mafan li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê daxuyaniyê bide. (13.00)