'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
- rojane
- 10:12 17/10
Bi Peymana 10'ê Adarê hatibû teahudkirin ku penaber bi awayekî ewle vegerin warê xwe. Lê çendî gelek dem di ser peymanê re derbas bûye jî, rêveberiya Şamê hê jî tiştek nekiriye. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku Tirkiye rê li ber vegera penaberan digire.
