ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
- rojane
- 09:00 18/10
Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz û endamê HPG'ê Cengîz Sivaci hat kirin.
Şînên ji bo Muhîttîn Kaya yê HPG’î, Hîcran Koçer a YJA Star’î û Yûsûf Guncel ê YPS’î ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatibûn danîn bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo Arslan Kutlu û Okkeş Akbalik ên ku mirina wan hate ragihandin, li navçeya Pirsûsê şîn hatin danîn.
Du polîsên li navçeya Silopiyayê bi gotina “Der heqê we de dosya heye, heke hûn 5 hezar dolaran bidin em ê jêbibin” welatî dişêlandin, hatin girtin.
Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim ku birayê Mehmet Saît Yildirim e, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Welatiyên ji nimêja înê derketin, bertek nîşanî Serokê komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş dan û jê xwestin gavên şênber biavêjin.
Numan Kurtulmuş, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.
Rojnameger Huseyîn Aykol ku du caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û 2 caran hate emeliyatkirin û hatibû entubekirin, ji bo kontrolkirina refleksên wî dê îro di nava rojê de bê hişyarkirin.
Platforma Tenduristiyê ya Şirnexê, têkildarî Nobeda Edaletê ya li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, daxuyanî da û piştgirî da nobedê.
Li Amedê ji bo parastina çavkaniyên avê, edaleta ekolojîk û parastina mafê gelan ê avê Forûma Avê ya Mezopotamayayê dest pê kir. Di forûmê de banga “Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin” hat kirin.
GGC’ê xwest ku komîsyona li Meclisê li şahidiya rojnamevanan guhdarî bike.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: “Rêgeza hêviyê yek ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje. Divê vê baxajê rake. Ev meseleye, bandorê li hezaran kesan dike.”
Çetîn Tutkun ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, bi sedema ku di dema tedawiyê de nexwest destên wî bên kelemçekirin, ji hêla cendirmeyan ve hate derbkirin.
Tehliyeya Ardil Çeşme a li Girtîgeha Jinan a Erzinganê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye, cara 3’yemîn hate astengkirin.